Li bajarê Toronto yê Kanadayê salvegera êrîşên 3’ê Tebaxa 2014’an ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê hate protesto kirin.

Çalakî ji aliyê Komîsyona Jinan a Meclîsa Gel ya Kurd ve li Yonge&Bloor bi beşdarbûna Kurdistanî û dostên wan hate lidarxistin.

Di çalakiyê de pankartên têkildarî komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Şengalê hate hildan û belavok hatin belavkirin. Çalakî bi axaftinan bidawî bû.