Îranê ragihand ku hêzên deryayî yên Zêrevanên Şoreşê dest danîne ser keştiyeke din a biyanî. Nehate eşkerekirin ku keştî ya kîjan welatî ye. Hate ragihandin 7 personelên keştiyê jî hatine destgîrkirin.
Hate gotin di keştiyê de 700.000 lître sotemenî heye û dema ku li nêzî girava Farsî ya li Kendavê dest li ser hatiye danîn.
Jêderê ji IRNA’yê re axivî, keştî birine pereva li başûrê welêt û sotemeniya deryasayî jî radestî rayearan hatiye kirin.
Generalê Zêrevanên Şoreşê Remezan Zîrahî got, keştî ber bi welatên Ereb ên Kendavê ve diçû.
Îran, ji 14’ê Tîrmehê û vir ve li Kendavê dest li ser 3 keştiyên biyan daniye.