Şervanê YPG’ê Serbest Partîzan (MahsûN Harmanci) li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate bîranîn.

YPG’ê ragihandibû ku di 21’ê Tîrmehê de şervanê wan Partîzan dema li Kobanê berpirsyariya xwe pêk dianî ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê dawiya hefteyê serdanên sersaxiyê hatin kirin.

Kekê şervanê YPG’ê di bîranînê de axivî û diyar kir ku birayê wî sala 2013’an tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Bîranîn bi qîrîna dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.