Li gundê Basûtê yê Şêrawaya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî hate lidarxistin. Di van çalakiyan de leşkerekî Tirk û 2 çete hatin kuştin.
Benda kontrolê ya artêşa Tirk a dagirker bû hedef.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku leşkerekî Tirk û 2 çete hatine kuştin. Nehate diyarkirin ku kê benda kontrolê kiriye hedef.