AMED – Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, bi boneya Cejna Qûrbanê 4 rojan wê otobûsên şaredariyê yên xizmeta veguhastina komelî dikin, belaş bin. Serokatiya Daîreya Veguhezî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) bi boneya Cejna Qûrbanê 4 rojan otobûsên şaredariyê yên navenda bajêr û navçeyan wê belaş xizmetê bikin. Ji bo ku welatî bi awayekê rehet biçin goristanan, şaredarî wê li navendên cuda yên navendî 63 wesayîtan bixwe dewrê. Parve bike:
Li Amed bi boneya Cejna Qûrbanê otobûsên şaredariyê wê belaş bin
