Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya şervana xwe ya bi navê Xedîce Bekir bi nasnav Vejîn Zagros eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya şervana xwe Vejîn Zagros a 5’ê Tebaxa 2019’an di encama qezayekê de şehîd bûye eşkere kir.

Fermanariya YPJ’ê ev agahî parve kir:

“Rêhevala me Xedîce Bekir bi nasnav Vejîn Zagros di dîroka 5’ê Tebaxa 2019’an de dema ku li ser erk û peywira xwe bû li bajarê Şedadê di encama qezayekê de şehîd ket. Di serî de em ji malbata rêheval Vejîn û ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Di kesayeta hevrê Vejîn de em tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin.

Em, gelê Kurd di demeke awarte re derbas dibin. Tişta ji me jî tê xwestin li hember erken vê pêvajoyê em bibin bersiv. Di her kêliya jiyana xwe de bûyîna xwedî gavên mezin mîsoger wê me bigihîne bersivên rast. Rêhevala me Vejîn Zagros jî li navçeya Şiyê ya girêdayî bajarê Efrînê ji dayik dibe. Di nava malbateke welatparêz de bi zanebûna welatparêziyê mezin dibe. Di temenê xwe yê ciwan de bersiva lêgerînên xwe di nava refên YPJ’ê de dibîne û beşdarî nava refên me dibe. Ji roja ku di nava refên me de û heta kêliya ku şehîd bû jî, her demê bû xwedî tevlîbûneke xurt. Di tevlîbûna xwe de jî her demê bi fedekarî, coş û bi moralê xwe dihate naskirin. Rêheval Vejîn çawa ku di jiyana xwe de di nava hevrêyên xwe de dihat hezkirin di heman demê de di aliyê leşkerî de jî her demê xwesteka wê ya xwe pêşxistinê kêm nedibû. Hevrê Vejîn di tevlîbûna xwe ya jiyanê de her dem xwestekên xwe yên ji bona rizgarkirina bajarê Efrînê dianî ziman û li ser van bingehan jî roj bi roj di her alî de tevlîbûna xwe xurt dikir. Mutewazîbûn û dilnizmiya heval Vejîn dihişt ku ji aliyê tevahî rêhevalên xwe ve were hezkirin û ti rêhevalêkî/e we jê neêşe.

Bêguman şehadeta her rêhevaleke me ji bo me dibe cihê xemgîniyê ye. Em careke din di kesayeta rêheval Vejîn de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û soza bilind kirina têkoşînê û pêk anîna xeyalên şehîdan dubare dikin. Em careke din ji malbata şehîd Vejîn re û tevahî malbatên xwe yên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameya şervana YPJ’ê ya şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Vejîn Zagros

Nav û Paşnav: Xedîce

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Fayiq

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 05. 08. 2019