Polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP’ê ya bajarê Mûşê. Hevserokên HDP’ê yên Mûşê jî hatin destgîrkirin.
Li navenda Mûşê polîsan avêtin ser malên Hevserokên HDP’ê yên Mûşê Ferhat Çaki û Mûhlîse Karaguzel û tevî kesê bi navê Kûdbettîn Çelîk hevserokên HDP’ê yên bajêr destgîr kirin. Polîsan her wiha avêtin ser avahiya HDP’ê ya Mûşê.
Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik serdegirtin şermezar kir û got, “Ev nêzîkatî ji bo tepisandina partiya me HDP’ê ye ku dixwaze siyaseta demokratîk bike.”
Işik destnîşan kir ku wê ji têkoşîna xwe venegerin û got, ji bo avakirina aştiyê û pêkanîna siyaseta demokratîk wê ji her demê bêhtir têbikoşin.