Gerîa Tv dîmenê çalakiya gerîla ya 12’ê Adarê li gundê Kulê yê navçeya Agirî Bazîdê li dijî wesayîta leşkerî weşand.

Dîmenên çalakiyê;

HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû;

“Li Eyaleta Serhedê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de, 12’ê Adarê hêzên me nêzî gundê Kulê yê navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî  wesayiteke bi tîpa amarokê çalakiyek kirin. Hêzên me çûn ser enqazê wesayita bi tîpa amarok û gelek malzeme û dokûmanên leşkerî yên di wesayitê de desteser kirin û wesayit şewitandin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.”