Fermandarê gerîla Mahîr Atakan bû şehîdê sala 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê. Di sala 1993’an de li Dersimê tevlî nava refên gerîla bû. Atakan bi vê gotinê tevlîbûna xwe anî ziman: “Eger karek wê bê kirin divê li şûna xwe bê kirin.”
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Atakan Mahîr wiha qala tevlîbûna xwe ya li nava refên PKK’ê kiribû:
“Wê demê li metropolan hişyarbûna çînî, çalakiyên karkeran hebûn. Tevlî van çalakiyan bûm. Di heman demê de demeke welê bû ku têkoşîna Kurdistanê bandoreke mezin kiribû. Gelê Kurd yekemcar li metropolan Newroz pîroz dikin. Çalakî dihatin kirin. Şer bandoreke giran kiribû. Bi xwe jî ketim bin bandora vê yekê. Ev yek bû sedem ku têkoşînê yekser nas bikim, bi bandora têkoşînê hîn bêhtir fêhm bikim. Min pirtûkên rêbertî xwend. Bi rêya hevalên xwe yên li dibistanê min hêdî hêdî têkoşîna rêxistinî nas kir.”
Anî ziman ku piştî du salan di nava karên ciwanên welatparêz de xebitî ji bo li navenda kar tevlî kar bibe xwest beşdarî nava refên gerîla bibe. Diyar kir, “Bi qasî ku min xwend û fêhm kir, min xwest vî karê li navenda wê bikim. Eger karek wê bê kirin divê li şûna xwe bê kirin û bi vê armancê tevlî nava refên gerîla bûm.”
Di sala 1993’an de li Dersimê tevlî nava refên gerîla bû. Di navbera salên 1993-95’an de li Dersimê kar kir. Di heman demê de dem bi dem li Amed, Erzîrom û Xerzanê tevlî karên têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê bû. Piştre ji bo tevlî karê perwerdeyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe berê xwe da Şamê. Di zivistana sala 1995-96’an de tevlî dewreya perwerdeyê bû û piştre careke din li Dersimê vegeriya. Heta sala 2002’an li wê qadê têkoşiya. Di navbera salên 2003-2008’an de li Başûrê Kurdistanê tevlî karên siyasî bû. Piştre careke din vegeriya Bakurê Kurdistanê, Dersimê û heta sala 2015’an li vê herêmê ma.
Piştî ku careke din li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriya tevlî karên perwerdeyê yên navenda PKK’ê bû. Piştî perwerdeya navendî careke din berê xwe da bakur, Dersimê. Mîna ku berê gotibû, dixwest bide ser şopa Alîşêran, Seyît Rizayan, di rêya şehîdan de bimeşe.