Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 12’ê TEBAXê 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din yên li Îmraliyê ber bi Imraliyê derketin rê.
&- Operasyonên arteşa Tirk a dagirker li navçeya Colemêrg Geverê dewam dike.
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCKê, diyar kir ku ew ê bibin bersiva daxwaz û hêviyên gelê xwe.
&- Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û bang li ciwanên Kurd kir ku, refên berxwedana azadiyê bi hêz bikin.
&- Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan yên li navçeya Şera û Şêrawa de, 7 leşkerên Artêşa Tirk ya dagirker hatin kuştin.
&- Mîlîsên Tevgera Galan a Yekgîrtî ya Şoreşger HBDH, çalakiya li dijî konvoya leşkerî ya li Konya girte ser xwe.
&-Yekîneyên Tolhildanê yê Tevgera Yekgirtî ya Şoreşger a Gelan HBDH’ê berfirehiya çalakiya li Reyhanliyê eşkere kir ku tê de cebilxaneya MÎT’ê hatibû teqandin.