Li Silêmaniyeyê, endamên Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê 35’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê, komek ji ciwanên Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.

Ciwan doh bi şev li çiyayê Azmarê yê Silêmaniyeyê li hev kom bûn û bi fîşekên hewayî pêngav pîroz kirin.

Ciwanan her wiha dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî 15’ê Tebaxê” qîriyan.