Teqîn li mizgeftekî Kûçlak a 20 kîlometere ji bajarê Keta dûr pêk hat. Hate ragihandin ku bombe li binê mîmberê hatiye bicihkirin.
Li gorî şefê polîsan a Belûcistanê Mûhsîn Hasan Bûtt di teqînê de mele jî nav de 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn. Heta niha kesekê teqîn li xwe ne girtiye.
Herêma Belûcistan li ser sînorê Efxanistan û Îranê ye, herêma herî mezin û herî hejar a Pakistanê ye.