HATAY – Girtî Ferhat Demîrbaş ê sala par li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 1 a Osmanniyê rastî îşkenceya gardiyen û bijîjk hat, serlêdana sûc kiribû, lê dozger bi tu awayî bersiv na de Demîrbaş. Parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku dest bi lêpirsînê nekirin, encama polîtîkayên necezakirinê yên dewletê ne. Girtî Ferhat Demîrbaş ê sala par li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 1 a Osmanniyê rastî îşkenceya gardiyen û bijîjk hat, ligel ku serlêdna sûc kir jî, heya niha bi tu awayî bersiv ji bo wî nehatiye dayîn û tu lêpirsîn jî nehatin dest pê kirin. Parêzera Demîrbaş Mehtap Sert, bertek nîşanî nevekirina lêpirsînê da û wiha got: “Ev rewş encama polîtîkayên necezakirinê yên dewletê ne.” ‘MAFÊ WE YÊ HÛN LI VÎ WELATÎ BIJÎN TUNEYE’ Sert, anî ziman di Îlona 2018’an de, muwekîlê wê dest pê kê li qawîşê û dûre jî li revîrê rastî lêdana giran a gardiyan û bijîjk tê û wiha axivî: “Gardiyan li qawîşê hevalê muwekîlê min derp dikin. Muwekîlê min jî hewl dide hevalê xwe biparêze. Gardiyan li ser vê yekê muwekîlê min bi erdê re kaş dikin û dibin odeya singer. Li odeya singerê wî bi feleqê ve dikin. Piştî ku derp dikin, radikin yekîneya tenduristiyê ya girtîgehê. Bijîj naxwaze li wê derê muwekîlê min derman bike. Tenê dermanên êş birînê dide wî. Dûre jî muwekîlê min dixin hucreyê. Muwekîlê min ji ber êşa canê xwe dixwaze bi midur re hevdîtin bike û îşkenceya li wî hatiye kirin jê re vebêje. Di heman demê derbarê îşkencê de serlêdana sûc dike. Ji bo ku bijîjk muwekîlê min derman bike, midur dîsan diçe gel bijîjk. Lê bijîjk dibêje ‘Ew mafê we yê hûn li vî welatî bijîn tuneye’ û dîsan bi gardiyenan re êrîşî muwekîlê min dikin û lêdixin. Rojek piştî wê ez çûm girtîgehê û li ser canê muwekîlê min şopên lêdanê hebûn. Min şopên derbê girt bin qeydê û bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kir. Min ji dozger re got, dibe ku muwekîlê min bê kuştin û ev kes bi awayekê dijminantî nêzî muwekîlê min dibin. Ji ber vê min xwest ku muwekîlê min sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qeyseriyê bê kirin.” ‘ÎŞKENCE POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ NE’ Sert, bal kişand ser polîtîkayên îşkenceyê û wiha bilêv kir: “Me derbarê gardiyenên îşkencekar û bijîjkê girtîgehê de, li Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyê serlêdana sûc kir. Ligel ku bi ser serlêdana me re salek derba bû jî, hîna tu bersiv ji bo me nehatiye dayîn û tu lêpirsîn jî nehatiye vekirin. Em derbarê bijîjk de serî li Odeya Bijîjkên Osmaniye jî da, lê wan jî tu bersiv nedane me. Li girtîgehê êdî îşkence bûye ji rêzê. Îşkence encama polîtîkayên dewletê ye.” MA / Hamdullah KesenParve bike:
Dozger derbarê gardiyanên îşkencekar û bijîşkan de lêpirsînê venake!
