Desteya Çand û Hunerê şaxê herêma Efrînê li kantona Şehbayê klîbeke nû bi navê “Serdema Vegerê” çêkir. Klîb berxwedana şêniyên Efrînê yên li Kampa Veger nîşan dide.
Desteya Çand û Hunerê tevî zor û zehmetiyan klîba bi navê “Serdema Vegerê” ku xîtabî berxwedana şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê dike, derxist.
Klîb bi beşdariya Yekitiya Rewşenbîran, mamosteyên zimanê kurdî, hunermendên ji Efrînê, cotkar û desteka şêniyan hate tomarkirin.
Hunermed û endamê Navenda Çand û Hunerê Rêzan Bekir piştî hevkariya bi koma muzîkê re gotinên stranê amade kirin. Amadekarî nêzî meh û nîvekê dirêj kir û tê payîn ku Desteya Çand û Hunerê û komên muzîkê di rojên pêş de 2 klîbên nû derxin.
Têkildarî mijarê endamê Navenda Çand û Hunerê Rêzan Bekir ji ajansa me re axivî û îşaret bi kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 18`ê Adarê de li ser kantona Efrînê pêk anîn û şênî bi dare zorê ji malên wan derxistin, kir.
Rêzan Bekir wiha got: “Şêniyên Efînê gelek êş û azar dîtin, di heman demê de xwe ji nû ve zindî kirin û me jî wek Desteya Çand û Hunerê klîba bi navê Serdema Vegerê tomar kir.”
(eh)
ANHA


