Ji ber şewata li taxa Mirpurê 2 hezar xanî şewitîn. Bêyî ku tiştek bi kesî bê şewat hate vemirandin.

Li herêma ku şewatê lê rû da bi giranî xebatkarên tekstîlê dijiyan. Di roja şewatê de gelek kes ji bo pîrozkirina cejna Qurbanê ne li taxê bûn. Lewma polîsên herêmî diyar kirin ku eger ne ji ber vê yekê bûya wê bîlanço giran bûya.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber şewatê 10 hezar kes bêmal man.