NAVENDA NÛÇEYAN
Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng kir. Rojnameyan bal kişand ser rewşa parêzgeha Idlibê û amadekariyên hêzên rêjîmê ji bo hemleyeke leşkerî li dijî Idlibê. Rojnameyan behsa xebatên tunekirina DAIŞ’ê li rojhilatê Firatê kir, her wiha bal kişand ser xebatên avakirina hikumeta Iraqê û aloziya aborî ya li Tirkiyeyê û agirbesta di navbera Filistîn û Îsraîlê de û xebatên avakirina hikumeta Lubnanê.

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa rewş û geşdanên li parêzgeha Idlibê kir. Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Şam dest ji vegerandina Idlibê bernade û Kurd dê li ber xwe bidin”. Rojnameyê diyar kir ku piştî civînên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de agirbesteke lawaz 12 roj in didome. Tevî binpêkirina agirbestê, wezîrê parastinê yê Sûriyeyê Elî Eyûb soza vegerandina parêzgeha Idlibê da (çi bi lihevhatinan û çi jî bi şer). Der barê binpêkirina agirbestê de ajansa nûçeyan a girêdayî rêjîma Sûriyeyê SANA ragihand ku yekîneyên artêşa Sûriyeyê tevgerên terorîst ên Cebhet El-Nusra û komên girêdayî wê li bajarokê El-Xiwîn ê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirine. Her wiha baregeheke tabûrên El-Izê li aliyê rojavayê gundê El-Zekat hilweşandiye û hemû çeteyên tê de kuştine.

Danûstandinên Tirkiye û Rûsyayê ji bo tunekirina Cebhet El-Nusrayê didomin
Der barê heman mijarê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Heyet Tehrîr El-Şam xwehelandinê qebûl nake. Tabûrên lihevhatinê pêk anîne, ber bi Idlibê ve tên şandin”. Rojnameyê diyar kir ku rewşa li Idlibê di nava pêşbirka çareseriya tunekirina Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) û destpêkirina çalakiyeke leşkerî de ye.

Birêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdulrehman diyar kir ku danûstandinên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo tunekirina Cehbet El-Nusra bi awayekî aştiyane berdewam in. Lê pirsgirêk di serhişkbûna serçeteyên El-Nusra de ye ku xwehelandinê qebûl nakin. Her wiha da zanîn ku gelek tabûrên lihevhatin pêk anîne, rêjîm wan ji bo şerê Idlibê amade dike û heta niha nêzî 600 çekdar ji gundewarên Şamê û Deraa ber bi Idlibê ve şandine.

Rûsya: Amadekariya êrîşa bi çekên germahiyê yên jehrî li gundewarên Idlibê tê kirin
Rojnameya El-Quds El-Erebî girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Moskov opozîsyona Sûriyeyê tawanbar dike ku amadekariya êrîşeke kîmyawî dike”. Rojnameyê diyar kir ku daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku behsa gumana êrîşeke kîmyewî dike rastî şermezarkirina opozîsyona Sûriyeyê hat û diyar kir ku Rûsya heman keysbaziya siyasî weke yên li parêzgeha Deraa û gundewarên Şamê didomîne. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdia dike ku tîmên “Kumspî” amadekariya êrîşekê bi çekên germahî yên jehrî li devera Keferzîta ya gundewarê Idlibê dikin.

Amadekariyên tunekirina DAIŞ’ê li rojhilatê Firatê
Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya El-Heyat behsa amadekariyên leşkerî yên ji bo tunekirina DAIŞ’ê li rojhilatê Firatê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Baregeheke gerok a koalîsyonê ji bo amadekariya êrîşa li dijî berîka herî dawîn a DAIŞ’ê li rojhilatê Firatê”. Rojnameyê diyar kir ku li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hêzên Koalîsyona Navneteweyî baregeheke xwe ya gerok ber bi herêma Hecîn ve birine û amadekariya çalakiyeke leşkerî ji aliyê hêzên koalîsyonê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve tê kirin, da ku hebûna çeteyên DAIŞ’ê li giştî rojhilatê çemê Firatê tune bikin. Çeteyên DAIŞ’ê niha serweriya xwe tenê li ser çar gund û bajarokan dikin, ew jî ev in: Hecîn, El-Sûsê, El-Şehfê û El-Baxoz. Amadekariyên çalakiya leşkerî jî li derdora van deveran tên meşandin.

Di danûstandinên MSD’ê û rêjîmê de tiştekî nû tune ye
Girêdayî mijara danûstandinên di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û rêjîma Sûriyeyê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Rayedarên Kurd: Têkiliya bicihkirina baregehên Koalîsyona Navneteweyî bi danûstandinên bi rêjîmê re tune ye”. Rojnameyê li ser navê hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed ragihand ku bicihkirina baregehên Koalîsyona Navneteweyî li deverên rojhilatê Firatê tu têkiliya wê bi danûstandinên di navbera MSD’ê û rêjîma Sûriyeyê de tune ye û wiha gotiye: “Ez bawer nakim ku armanc têkşikandina danûstandinên bi rêjîmê re ye, bi qasî ku mîsogeriya rêgirtina li pêşiya vegera çeteyên DAIŞ’ê ye.”

Der barê rewşa danûstandinên di navbera MSD’ê û rêjîma Sûriyeyê de û gotegotên ku hatine astengkirin ji ber ku rêjîmê daxwaza Kurdan a xweseriyekê li herêmên wan qebûl nekiriye, Îlham Ehmed wiha gotiye: “Tiştekî nû di danûstandinên bi rêjîmê re pêk nehatiye, em li benda hevdîtinên nû ne. Heta niha der barê sozekî van hevdîtinên bê lihevkirinek pêk nehatiye. Rêjîm projeya rêveberiyên herêmî pêşniyar dike. Em nikarin bibêjin ku rêjîmê Rêveberiya Xweser erê kiriye yan red kiriye.”

Iraq
Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Destên Îranê digihîjin dadgeriya Iraqê da ku lêvegera têgeha bloka mezintirîn pêk were.”

Lubnan
Girêdayî xebatên avakirina hikumeta Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Çavkaniyan li ser navê Ewn; El-Herîrî tevlihev bûye.”

Filistîn
Girêdayî mijarên Filistînê û xebatên ji bo peydakirina agirbesteke hemdem di navbera Îsraîl û Filistînê de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Zext li Ebas tên kirin da ku agirbestê qebûl bike beriya ku hikumeta hevbendî li Xezayê pêk were”.

Îran
Der barê rewşa dawîn li Îranê de jî rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Wezîrên Rûhanî têk diçin û hikumeta wî bi xizankirina îraniyan tê tawanbarkirin.”

Aloziya aboriya Tirkiyeyê
Girêdayî aloziya aborî ya Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: “Deynên Enqere û şîrketên wê nîşana hilweşandina aboriya Tirkiyeyê didin”. Rojnameyê diyar kir ku ajansên babetkirina geşbûnan ên cîhanê hişyarî da ku aloziya darayî ya Tirkiyeyê kûrtir bibe û guman kir ku welat derbasî qonaxeke girsbûna darayî bibe ku ne pêkan e were çareserkirin. Li gorî agahiyan deynên li ser Enqereyê gihaştine 370 milyar dolar û deynên şîrketên Tirkiyeyê jî 230 milyar dolar derbas kirine û ev yek li hemberî pêşeroja aboriya Tirkiyeyê gelekî metirsîdar e.