Desthilatdariya AKP-MHP’ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, piştî têkçûna hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an, car din siyaseta qeyum ku wek kiryarek faşzîan tê qebûl kirin kirin pratîkê.
Doh jî, bi darbeyeke siyasî dest danîne ser şaredariyên Bajarên Mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê.
Şaredariyên Bajarên Mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê, bi fermana Wezareta Karên Hundir ya Tirk careke din ji aliyê AKP’ê ve hatin desteserkirin.
Qeyûmên AKP’î ku sala 2016’an jî şaredarî desteser kiribûn, li gel polîtîkayên li dijî Kurdan şaredarî xistibûn bin deynan, wek qereqol bikar dianîn, doh car din kursiyên hevşaredarên Kurd desteser kirin.
Doh jî, bi darbeyeke siyasî detshilatdariya faşîst ya AKP/MHPê, dest danîne ser Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê.
Polîsên Tirk, doh serê sibehî avahiyên şaredariyan dorpêç kirin. Wezareta Karên Hundir ya Tirk jî ragihand ku Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar hatine dûrxistin.
Piştî desteserkirina Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê polîsên Tirk deriyên avahiyên şaredariyan şikandin û ketin hundirê avahiyan.
Piştî operasyona siyasî, nêzî 500 kesî jî hatin destgîrikrin.
Gelê Kurd daket qadan û darbeya li dijî îradeya xwe şermezar kir.
Gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî li dijî dagirkirina şaredariyan derketin.
Li Amed, Mêrdîn û wanê parlamenterên HDP’yî, hevşaredar, rêveberên partiyê û bi hezaran kesî desteserkirina şaredariyan şermezar kirin.
Piştî ku hevşaredar ji kar hatin dûrxistin, waliyên dewleta Tirk yên li Amed, Mêrdîn û Wanê şaredarî desteser kirin.
Talankerên AKP’yî walî Hasan Basrî Guzeloglû, dest danî ser Şaredariya Amedê, karê xwe yê destpêkê dûrxistina 29 karmend, 8 karker û 2 şêwirmendên şaredariyê bû.