Edîtora Kurdî ya Ajansa Mezopotamya (MA) Ziyan Karahan û xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê Vedat Dag doh hatin destgîrkirin.
Piştî ku bi fermanek taybet, qeyûm tayînî Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê hatin kirin, gel rabû ser piyan, polîsan jî êîrşî gel kirin.
Di heman demê de, polîsên Tirk, li gelek barana jî torera avêtina ser malan dane dets pê kirin.
Di operasyonên serdegirtina malan de, polîsên dewleta Tirk, Edîtora Serwîsa Kurdî ya Ajansa Mezopotamya (MA) Ziyan Karahan li malê destgîrkirin.
Parêzerên Karahan çûne hevdîtina Karahan, lê rayedarên Tirk, bi behaneya ku hêjmara kesên hatine binçavkirin zêde ye, destûr nedan ku parêzer muwekîla xwe Karahan bibînin û hevdîtin bikin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, polîsên Tirk, di serdegirtina avahiya HDP’a Amedê de, xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê Vedat Dag jî destgîrkirin.
Li aliyê din,
Polîsên Tirk, rê nedan ku Hevşaredara HDP’ê ya Egîl Gulîstan Enserîoglû û Hevşaredara Farqînê Naşîde Torprak bikevin Amedê.
Piştî mudaheleyên hişk ên polîsan ên li dijî xwepêşandanên li dijî qeyûman ên li Mardîn û Wanê, niha jî rê nedan hevşaredarên HDP’
Hat diyar kirin ku, polîsên dewleta Tirk trimbêlên 2 hevşaredaran di ketina bajar de rawestandin, nasnemeya wan kontrol kirin rê nedan ku bikevin bajêr.