Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 20’ê TEBAX’ê 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Doh, li dijî îradeya gelê Kurd, Faşîzma AKP/MHPê derbeyek pêkanîn û hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji kar avêtin, şaredarî dagir kirin.
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê dagirkirina şaredariyên Kurdistanê de daxuyaniyeke da û destnîşan kir ku ev dewama darbeya siyasî ye û bang li herkesî kir ku rabin ser piyan û dest bi tekoşînê bikin.
&- HDP’ê diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP/MHP’ê dest daniye ser îradeya gel û li dijî faşîzmê banga berxwedanê kir.
&- Li Bakûr û başûrê Kurdistanê li dijî dagirkerîya dewleta Tirk, çalakîyên Gerillayan dewam dike û li Şekifê 5 leşker hatin kuştin.
&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker li herêmên Feraşîn, Kato Jîrka û Marînosê bi desteka hêzên hewayî operasyon da dest pêkirin.