Li bajarê Bellîzona yê Kantona Tîcîno ya Swîsreyê, desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Girseya gel bi vê armancê ber bi Parlamenta Kantonê ve meşiya. Di meşê de bi qîrîna dirûşman faşîzma AKP-MHP’ê hate teşhîrkirin. Piştre mîtîngek pêk hat.
Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û der barê mijarê de qiseker axivîn.
Qisekeran gotin, “Heta ku qeyûm ji Kurdistanê bên derxistin wê çalakiyên me bênavber bidomin.”