Hunermendê Kurd Bilind Îbrahîm li kantona Şehbayê konserek Efrînê da.
Bilind Îbrahîm li qada kampa Serdemê ya navçeya Ahdas a girêdayî kantona Şehbayê konser da.
Konser bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê hate dayîn. Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên kurdî hildan.
Piştî deqeya rêzgirtinê endamê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo axivî û spasiya hunermend Bilind Îbrahîm kir û got: “Hunermend Bilind Îbrahîm ji Başurê Kurdistanê hatiye Şehbayê da ku piştgiriya xwe ya bi şêniyên Efrînê re tekez bike.”
Ebdo bal kişand ser rola hunermendan di vejandina mîraseya kurdî û rola sereke ya serkêşiya şoreşa Rojava de.
Piştre hunermend Bilind Îbrahîm bi stranên şoreşgerî gel çoşand. Bi hezaran şêniyên Efrîn li ber stranan govend gerand.
Konser bi diruşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û şehîdan bi dawî bû.
(fr)
ANHA






