Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 23’ê TEBAX’ê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Malbata Rêber Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.
&- Di serî de li paytexta Kurdistan Amedê, Mêrdîn, Wanê û gelek bajarên din, berxwedana gel a li dijî dagirkirina Şaredarî û Vîna gel berdewam dike.
&- Gerillayên Kurdistan, li Xakurk û Qilêbanê, li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalakî kirin û 8 leşker hatin kuştin.
&- Li bakûrê Kurdistan û Derya reş, şer û operasyonên dagirkirinê didomin.
&- Kongreya Civaka demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê KCDK-E, bernameya çalakiyên ku ew ê pêk bînîn ji raya giştî re eşkere kir.
&- Li seranserê cîhanê kiryarên dewleta tirk û dagirkirina vîna gel bi çalakiyan tê şermezar kirin