Çalakiyên protestoyê ya dagirkirina qeyûman li bajarê Marsîlya ya Fransa û Munîh a Elmanyayê dewam dike.
Endamên Navenda Çanda Elewî ya Marsîlya li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bi daxuyaniyeke çapemeniyê dagirkirina şaredariyan prtoesto kirin.
Endamên Çanda Elewî ya li pêşiya sefaretxaneyê hatin ba hev dirûşmên ‘Qatil Erdogan’, ‘Dîktator Erdogan’ û ‘Bi Berxwedanê Em ê Bi ser Bikevin’ qîrkirin. Di daxuyaniya hate dayîn de banga bûna yek li dijî rejîma Erdogan hate kirin. Herî dawî banga tevlîbûnê li çalakiya ku wê roja Şemiyê li Qada Canabîere saet 18:00’an bê lidarxistin hate kirin.
MUNÎH
Elewiyên li Munîhê dijîn li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyek kirin. Di çalakiyê de endamên Konferdarsyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa çelenga reş danî pêşiya sefaretxaneya Tirk. Di çalakiyê de bal hate kişandina ser têkoşîna hevpar a li dijî dagirkeriyê. Herî dawî peyama ‘Li dijî zextan em ê li ber xwe bidin’ hate dayîn.







