Di 3’emîn Kongreya Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de ji bo Hevserokatiya Konseya Rêvebir a TEV-DEM’Ê Zelal Ceger û Xerîb Hiso yê Êzidiyê ji Efrînê hate hilbijartin.
Îro serê sibê li bajarê Rimêlan yê Bakurê Sûriyeyê 3’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi şîara ‘Bi civaka birêxistinkirî û azad serkeftin mîsoger dibe’ destpêkir. Di kongreyê de hevserokên nû hatin hilbijartin.
Çîroka jiyan û xebatên ku hevserokên nû yên TEV-DEM’ê wiha ne:
XERÎB HISO ÊZIDIYEKÎ JI EFRÎNÊ YE
Xerîb Hiso yê Êzidiyê ji Efrînê 50 salî ye. Hîso li navçeya Şeran a Efrînê jidayik bû û ji sala 1985’an ve bi welatparêziya xwe tê naskirin. Hîso zewiciye û xwediyê 4 zarokan e û kurekî wî şervanê YPG’ê ye. Hevjîna Hiso jî Hevseroka Yekîtiya Êzidiyên li Efrînê ye.
3 CARAN DI ZINDANA REJÎMÊ DE MA Û ÊŞKENCE LÊ HATIN KIRIN
Xerîb Hiso di heman demê de endamê PYD’ê ye jî û ji ber xebatên siyasî 3 caran ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve hatiye girtin û di girtîgehan de êşkence lê hate kirin. Hiso di sala 2011’an de di nava xebatên avakirina TEV-DEM’ê de cih girt, 4 salan jî li Başûrê Kurdistanê erka nûnertiya têkiliyên derve PYD û TEV-DEM’ê birêve bir.
ZELAL CEGER BI KEDA XWE YA ŞOREŞGER TÊ NASKIRIN
Zelal Ceger a ku ji bo Hevserokatiya Konseya Rêvebir a TEV-DEM’ê hatî hilbijartin li bajarê Derîk ê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Ceger 44 salî ye û demeke dirêj di nava xebatên Kongra Star û TEV-DEM’ê de cih girt. Zelal Ceger di xebatên Kongreya Star de di asta pêşeng de cih girt û li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê maye û bi xebatên xwe ji aliyê gel ve gelek tê heskirin.
Zelal Ceger li herêma Heleb, Efrîn û Cizîrê gelek salên dirêj xebatên rêxistinbûyînê û siyasî meşand û di sala 2011’an de dinava xebatên avakirian TEV-DEM’ê de cih girt.
3.KONGREYA TEV-DEM‘ê BI DAWÎ BÛ
Sêyemîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi hilbijartina 63 endamî û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.
Xebatên kongreyê bi hilbijartina endamên Desteya Rêvebe ku hejmara wan 63 bi dawî bû, endamên nû sûnd xwarin.
Hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Zelal Cegerr û Xerîb Hiso axivîn û soz dank u ew ê armancên tevgerê pêk bînin.
Hevserokan, lidarxistina kongrê li tevahî gelê Bakurê Sûriyeyê pîroz kirin. Di axaftinên hevserokan de hatin gotin, “Şoreş hê bi dawî nebûye, em di qonaxekê de ne pêwîstî bi xebateke mezintir heye, em rewşa Efrîn ji bîr nekin. Wekî TEV-DEM‘ê ji bo rizgarkirina Efrînê divê em bi hemû hêza xwe bi xebitin. Em ê têkoşîna xwe ta serkeftinê berdewam bikin.”
Xebatên Kongreya Sêyemîn a TEV-DEM‘ê bi xwendina encamnameya kongreyê ji aliyê Berdevkê Têkiliyên Doplomasî yê TEV-DEM‘ê Kemal Akif ve bi dawî bû.