“Nobeda Azadî ji Ocalan re” ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike, di hefteya 323’an de ye.
Koma ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê, nobed vê hefteyê radestî koma ji Parîsê kir ku Kurdistaniyên bi navê Necmettîn Demîralp, Şînasî Yuksel, Ferhat Gumuşboga û Remziye Aktan di nav de cih digirin.
Necmettîn Demîralp li ser navê komê daxuyanî da û destnîşan kir ku Ocalan lîder û hêviya azadiya hemû gelên bindest e. Demîralp diyar kir ku li dijî tecrîda 20 salan, divê her kes rabin ser piyan û got, heta ku Ocalan dîlgirtî be, gelê Kurd jî wê dîlgirtî be.
Necmettîn Demîralp da xuyakirin ku nêzîkatiya li Ocalan di heman demê de nîşaneya nêzîkatiya li gelê Kurd e û bi bîr xist, ku 2 sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin. Demîralp destnîşan kir ku li dijî vê yekê li şûna çalakiyên biçûk û sembolîk, divê çalakiyên bi bandor ên li qada navneteweyî deng vedin werin lidarxistin.
Berdevkê koma ji Parîsê Necmettîn Demîralp diyar kir ku Ocalan temînata azadiya gelan e û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku ji bo azadiya Ocalan çalakiyan li dar bixin.