Parlamentera Partiya Çep Jeannette Escannîlla ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek şand ku mohra parlamentê li ser e. Escanîlla got, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî wê têkoşîna xwe bidomînin.
Escanîlla tevlî çalakiya bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Ûppsalayê (NCDK) bû û nameya ji Ocalan re nivîsî radestî yek ji rêveberên NCDK’ê Yekbûl Alp kir ji bo ji Ocalan re bişîne.
Jeannette Escanîlla ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji bo bîranîna mirovên ji bo mafên mirovan û azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, ew tevlî çalakiya bîranînê bûye.
Escanîlla got, “Ez tevlî vê çalakiyê dibim, ji ber ku dixwazim rêzdarî û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd nîşan bidim. Bi taybetî mirovên ku li Şengalê ji ber êrîşên zalimane yên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînim. Ez vê êrîş û qirkirinê, vê hewldana dewleta Tirk a ji bo tinekirina Kurdan şermezar dikim. Zekî Şengalî yek ji sembolên têkoşîna ji bo mafên jinan bû. Êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd demeke dirêj e dewam dikin. Cîhan bêdeng e.”
ERDOGAN DIXWAZE GELÊ KURD BIQEDÎNE
Escanîlla bi bîr xist ku Partiya Çep ji salên 1970’î û vir ve destekê dide têkoşîna gelê Kurd û got, “Tê dîtin ku Erdogan hîn bêhtir otorîter bûye. Bûye dîktatorek. Naxwaze mirov bi rengekî aştiyane bijîn. Dixwaze gelekî ku demeke dirêj e ji bo mafên xwe têdikoşe biqedîne. Kurd, rewşenbîr, sendîkavan, jin û rojnamevanên mûxalefetê dikin, dixe girtîgehê. Mafên mirovan her roj tên binpêkirin.”
Escanîlla da xuyakirin ku helwesta hikumeta Swêdê ya li hemberî komkujiyên dewleta Tirk lawaz dît û diyar kir ku divê li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê helwesteke hîn bi biryar nîşan bide.
LI SER TIRKIYEYÊ DIVÊ PÊKANÎN WERE FERZKIRIN
Escanîlla got, “Gelê Kurd bi tenê nîne. Em bi dil bi wan re ne û desteka me wê bi her şêweyî dewam bike. Her wiha ji bo Ewropa û cîhana derve helwestê nîşan bide em ê bikevin nava hewldanan. Divê pêkanîn li ser Tirkiyeyê were ferzkirin. Pêwîste Yekîtiya Ewropa alîkariya aborî ya bi Tirkiyeyê re dike bisekinîne.”
Escanîlla di nameya xwe de ji bo Ocalan dibêje, “Ji bo ku tu zanibe, bi rêzdariyeke mezin tu nehatiye jibîrkirin û bi tenê nîne, ez vê nameyê ji te re dinivîsînim. Ez jiyana te û têkoşîna te ya jib o mafên Kurdan bi baldarî dişopînim.”
KURDAN NÎŞANÎ CÎHANÊ DAN BÊ SERKETINA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ ÇAWA PÊK TÊ
Escanîlla di dewama nameya xwe de got, “Heta ku hemû mirovên li welêt dijîn ne azad bin, demokrasî nayê Tirkiyeyê. Heta ku mafên çandî û demokratîk ên Kurdan neyên naskirin, demokrasî nayê Tirkiyeyê.
Di serdema heyî de Kurd ji bo demokrasiya li çar parçeyên Kurdistanê bi roleke girîng radibin. Kurdên ku li Kobanê faşîzm têk birin, nîşanî tevahiya cîhanê dan bê serketina li dijî faşîzmê çawa ye. Serketina Kobanê rêya ber bi jiyaneke baş ve ye. Ne ji têkoşîna Kurdan bûya, ev yek ne pêkan bû.”
‘TU DI VÊ TÊKOŞÎNÊ DE GIRÎNG E, BI MILYONAN MIROV TE DIŞOPÎNIN’
Escanîlla destnîşan kir ku têkoşîna Kurdan rêya aştî, demokrasî û azadiyê nîşan dide û got, “Di vê têkoşînê de tu girîng e, bi milyonan mirov te dişopînin. Ji ber ku tu Rêberekî Gelê Kurd e ku rê nîşan dide, ez hurmetê nîşanî te didim û hêvîdar im ku tu yê di demeke nêz de azad bibe. Ji bo ev yek pêk were, em ê jî li vir têbikoşin.”