Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê da û got, “Ev yek dewama planaka têkbirinê ye.”
Wezîre Karên Hundir di 19’ê Tebaxê de Hevşaredarên HDP’ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girtin û li şûna wan waliyên bajaran tayîn kir. Nerazîbûna gel 8 roj in li kolanan didomin. Hevserokê HDP’e yê Wanê Parêzer Umît Dede, polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP’ê yên qeyûm û êrîşa li ser xwepêşandanan nirxand.
‘QEYÛM DERBEYA SIYASÎ YE’
Dede da zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê bi polîtîkayên têkbirinê şerê xwe yê li dijî Kurdan bi qeyûman berdewam dike û anî ziman ku AKP’ê di sala 2015’an de li dijî Kurdan û Siyaseta Kurdan şer îlan kir. Dede bibîrxist ku piştî AKP’ê pêvajoya aştiyê xira kir, bi hemû hêza xwe êrîşî destkeftiyên Kurdan kirin û wiha axivî: “Qeyûm derbeya siyasî ya li dijî siyaseta Kurd e. Dema ku mirov qeyûman binirxîne gelek aliyên wê yên siyasî hene. Qeyûm pêla duyemîn ya polîtîkaya çonkdanînê ye. Her wiha bûyerên li Idlibê diqewimin û operasyonan dagirkirina xaka Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê jî beşek ji vê polîtîkaya şer ya AKP’ê ye.”
‘ŞAREDARIYÊN GEL WÊRAN KIRIN’
Dede, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên der barê pêvajoya çareseriyê yên sala 1993’an bibîrxist û wiha got: “Birêz Ocalan her tim dibêje, ‘di nava dewletê de hin kes hene ku her tim bi bûyerên provakatîf pêvajoyê dixitimînin û li hemberî pêvjoyê dibin asteng. Ev kes hina jî xwedî hêzên ku li Tirkiyê bixe nava şer’. Piştî ev daxuyniyên Birêz Ocalan bi raya giştî re hatin parvekirin, di 19’ê Tebaxê de Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girtin û li şûna wan waliyên bajaran hatin tayînkir. Pêşdîtinên Ocalan yek bi yek pêk tên. Bi berxwedana grevên birçîbûnê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan rêjeyek jî be ji holê rabû û parêzeran piştî demek dirêj hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin di nava civakê de hêviyên aştiyê zindewar kir. AKP’ê bi tayînkirina qeyûman ev hêvî parçe kir û Tirkiye xiste nava aloziyê. Di dema qeyûman de gelek dizî û nelêrîtî pêk hatin û niha AKP dixwaze vê nelirêtiyê bidomîne. Her wiha derfetên şaredariyê pêşkêşî aligirên xwe kirin û şaredariyên gel wêrankirin. AKP ji bo rastiya qeyûman neyê dîtin, careke din qeyûm tayîn kirin û vîna gel desteser kirin.”
‘HEZAR ROJ IN ÇALAKÎ QEDEXE NE’
Dede anî ziman ku çar salên dawî de li ser gelên Tirkiyê zextên tund hene û ev tişt got: “Li Wanê polîtîkayên cuda di dewrê de ne û AKP dixwaze Wanê ji nû ve dîzayn bike. Zêdetirî hezar roj in li bajar hemû çalakî, daxuyaniyê ji derve tên qedexekirin û ev qedexe heta roja îro jî didome. Divê navberê de li Wanê sê Walî hatin guhertin û Waliyên tên wanê jî vê konseptê berdewam dike. Hemû mafên me yên demokratî yên çalakiyan tên qedexekirin. Di dema hilbijartinê de li gel mafê hemû partiyan yên propaxandayê heye jî li seranserî bajar û navçeyan çalakiyên me hatin qedexekirin û alên me hatin daxistin. Piştî qeyûm dîsan hate tayînkirin ev zext û tundiya zêde bû. Polîs bi awayek hovane êrîşî gel, wekîl û endamên me dikin. Li gel ku destnedayîna wekîla heye jî her roj wekîl li Wanê li pêş çavê dinyayê tên derbkirin. Dîsan li bajar zêdetirî 80 kes hatine binçavkrin û ji van kesan 38 kes duh sewqî edliyê hatin kirin.”
‘QEYÛM NE REWA Û NE ZAGONÎ YE’
Dede, axaftina xwe wiha dawî kir: “Qeyûm ne rewa û ne zagonî ye. Ev diziye. AKP-MHP ji bo têkoşîna gelê Kurd tune bike her cure polîtîkayê pêk tîne. Birêz Ocalan ji bo aştiya civakî bang dike. Lê mixabin niha aqilê dewletê ne di asta vê yekê de ye û loma tiştên wiha dike. Polîtîkayên qeyûman ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê aloziyên li Tirkiyê bidome.”