Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 28’ê TEBAX’ê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Gerillayên Kurdistan, li Heftanînê li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalakî kirin û di encam de fermandarê wan jî di nav de 20 leşker hatin kuştin.

&- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê, li herêma Heftanîn û Amedê piroz kir.

&- Di serî de li paytexta Kurdistan Amedê, Mêrdîn, Wan û gelek bajarên din, berxwedana gel a li dijî dagirkirina Şaredarî û Vîna gel bi çalakiyan berdewam dike.

&- Li bakûrê Kurdistanê şer û operasyonên dagirkirinê didomin.

&-Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriye ragihand ku, qonaxa destpêkê ya lihevkirina sê alî ya ji bo ewlekariya sînor ji aliyê wan ve hate dest pê kirin.

&- Balafirên şer yên Rusya û Rejîma Suriye, li Şêx Maxar, noqteya çavderiyê ya Tirkiyê hejmar 10 bombarduman kirin.