Polîsên Tirk serê sibehê li navçeya Avkevirê ya Agiriyê bi ser malan de girtin û 4 kes destgîr kirin.

Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê, polîsan serê sibehê bi ser malan de girtin û 4 kes destgîr kirin. Navê kesên hatin destgîrkirin wihane: Ahmet Kaya, Îlhan Bûdak, Mûsa Taşdemîr û Berhem Işik.

Her çar kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Polîsan a Agiriyê.