Mamoste û xwendekarên Efrînî di nava şert û mercên giran de dest bi saleke nû ya perwerdeyê dikin. Mamosteyên Efrînî ku wê li binê kon û xirbeyan dest bi perwerdeyê bikin, dixwazin piştgirî ji wan re bê kirin.

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên 20’ê Çileya 2018’an şêniyên Efrînê di 16’ê Adara 2018’an de neçar man warê xwe biterikînin û li herêmên Şehba û Şerawayê bi cih bibin. Tevî zor û zehmetiyên giran jî ti carî dest ji berxwedanê berneda û bi hêz û derfetên xwe hewl da jiyana komunal a demokratîk ava bike. Ji aliyekî ve berxwedana ji bo vegera Efrînê didome, li aliyê din ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji şaredariyê heta komun û meclîsan hewl tê dayin ku jiyan li ser bingeha sîstemeke komunal bê avakirin.

Mamosteyên Efrînê jî xwe di bin sîwana KPC demokratîk de bi rêxistin kirine û ji bo zarokên Efrînî ji perwerdeyê bêpar nemînin di nava şert û mercên zehmet de dixebitin. Mamosteyên ku sala destpêkê û ya duyemîn li binê kon û xirbeyan perwerdeyên xwe temam kirin, ji bo amadekariya ji sala 3’emîn a perwerdeyê di betlaneyê de li akademî, dewreyên branşan xwe perwerde kirin. Hevserokê KPC-Demokratîk Mamoste Hamid Risto der barê karên xwe yên perwerdeyê, asta mamosteyan û pêwîstiya perwerdeyê ya serdema 3’emîn axivî.

Hamid Risto diyar kir, sala destpêkê tevî ku tiştek nebû wan bi derfetên xwe dest bi kar kir û got, “Yekane armanca KPC a li vê deverê ew e ku xwendekarên xwe bi rengê herî baş perwerde bikin. Rêber Apo gelek caran bal kişand ser girîngiya perwerdeyê. Bêguman perwerde ji bo her civakê gelekî girînge. Lê belê bi taybetî ji bo gelê Kurd gelekî girînge. Bi sedan salan gelê Kurd hate jibîrkirin. Eger em xwe ji aliyê îdeolojîk, felsefîk, bi kurtasî xwe di her qadê de perwerde nekin em ê nikaribin bi ser bikevin. Eger gelek sîstemeke qewîn a perwerdeyê neafirîne ew gel nabe xwedî paşerojekê.”

REJÎMÊ NEDIHIŞT PIRTÛKÊN DERSÊ JÎ BIGIHÊJIN

Hamid Risto anî ziman, dema ku ji Efrînê derketin weke KPC wan gelek zor û zehmetî dîtin û got, “Li Şehbayê dibistan nebû, pirtûk nebû. Dibistanên heyî jî ji aliyê çeteyan ve hatibû hilweşandin. Ji ber vê yekê destpêkê em neçar man dibistanên xwe li kampan ava bikin. Lİ binê konan mase û kursî jî nebûn. Bi alîkariya rêveberiya me û gel perwerdeya me gihîşt heta astekê. Ji ber ku pirtûkên me yên dersê nebû, me di ser PDF’ê ders li mamosteyên xwe belav dikir ku perwerdeyê bidin xwendekaran. Mamosteyan ders di ser PDF’ê re di ser telefonê re didan xwendekaran. Ne pirtûkên xwendekaran hebûn ne jî yên mamosteyan.

Ji herêma Cizîrê pirtûk ji me re şandin, lê belê pirtûk bi mehan li nuqteyên kontrolê yên rejîma Sûriyeyê hatin rawestandin. Nehiştin ku bên derbaskirin. Dema ku hatin jî piraniya pirtûkên ku pêwîstiya me pê hebûn nebûn. Em li ser mijarên ku mamoste tê de zehmetiyê dikişand rawestiyan. Ji bo mamosteyên me yên dibistana seratayî perwede hatin amadekirin. Ji bo mamosteyên me yên dibistanên navîn û lîseyê perwerdeyên branşê hatin destpêkirin. Li gel vê yekê du akademiyên perwerdeya îdeolojîk, felsefîk û teorîk hatin avakirin. Bi vê yekê re mamosteyên me êdî ji sala nû ya perwerdeyê re amade ne. Êdî dikarin gelek dersan bidin xwendekaran.

Her wiha em hewl didin pirtûkên xwe bi xwe biafirînin, lê me hîn nekarî vê bikin. Tevî vê yekê amadekariyên me ji bo lênûsk, pênûs û amûrên din ên pêwîst hene. Armanca me ew e ku barekî li ser milê malbatan nehelin. Ji lênûskê heta pirtûk, pênûs û kincan em dixwazin hemûyan bi xwe peyda bikin.” Hamid Risto bang li gelê Kurd ê li Ewropayê û deverên din kir ku piştevaniya wan bikin.

‘SAZIYÊN ALÎKARIYÊ ALÎKARIYÊ NAKIN’

ji rêveberên dibistana li navçeya Ehrezê Sabah Cirnes jî got, “Li Şehbayê sala destpêkê bêguman zehmet bû. Ji ber ku her mamostyên me li deverekê belav bûbûn. Haya me ji he vnebû. Piştre em kom bûn. Komîn hatin avakirin. Her mamoste li devera ku lê bûn kom bûn û kom bi kom dest bi kar kirin. KPC ji nû ve kom bû. Meclîs ava bû. Li her gundî rêxistinbûnê dest pê kir. Piştre jî me dest bi komkirina xwendekaran kir. Tevî vê yekê me amûrên perwedeyê jî kom kirin. Wê demê tevî şert û mercên giran me bi rengê herî baş xwendekar kom kiribûn.”

Mamosteyên me wê di hefteya bê de êdî bên wezîfedarkirin. Mamosteyên ku dibistanên wan diyar bûn ji niha ve derbasî wan deveran bûn. Amadekariyên li dibistanan niha didomin. Qeydên zarokan didomin. Ya ku ji bo me herî zêde zehmet e peydanekirina amûrên ji bo perwerdeyê ne, ne ewlekarî ye. Me hewl dan bi derfetên xwe vê yekê çareser bikin, lê têrê nakin. Heta niha ji saziyên alîkariyê alîkarî nehatiye. Soz dane lê belê ti ji wan soza xwe pêk neaniye.”