Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Eyhem El-Ebdullah li navçeya Şedadê ya Hesekê bi merasîmeke hate veşartin.
Welatiyên Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Eyhem El-Ebdullah ku dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre ji aliyê şervanên Hêzên Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Fermandar Elî Şedadê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê jî hevserokê meclîsê Nacî El-Nicûm jî axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku hêzên wan di şerê xwe yên li dijî şandeyên çeteyan de berdewam in.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehra El-Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîd li goristanê veşartin.