Berdevkê Encûmena Navendî yê YNK’ê Letîf Nêrweyî diyar kir ku divê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan were rakirin, ji ber ku tecrîd aloziyê zêdetir dike. Nêrweyî got ku peyamên Ocalan xizmeta aştiyê dikin û tenê Ocalan dikare pirsigirêkên heyî çareser bike.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û dewleta Tirk her carê bi hincetên cuda rênade malbat û parêzerên Ocalan hevdîtinê pêkbînin. Berdevkê Encûmena Navendî yê YNK’ê Letîf Nêrweyî der barê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji ajansa me re axivî.

Nêrweyî diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan, rênedayîna hevdîtinên bi malbat û parêzerên xwe re xizmeta pêvajoya aştiyê nake û wiha domand; “Ji ber ku bi salane Ocalan banga aştiyê dike û xwedî projeyên aştî û çareseriya pirsgirêka Kurde. Ji ber vê çendê tecridkirina Ocalan her wiha girtina parlamenter û siyasetmedaran yên li Tirkiyeyê, Tirkiyê dixwe nava aloziyan û dibe sedem ku rewşek ne aram li Tirkiyê rubide. Ji ber vê çendê guhdayina peyam û projeyên Ocalan xizmeta aştî û bihevre jiyankirina gelan dike. Tenê projeyên Ocalan yên aştiyê dikarin dawî li şer û kuştinan bîne.”

‘Kilîla çareseriya pirsgirêka Kurd li îmraliye’

Letîf Nêrweyî daxuyakirin ku kilîla çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliye, li gel Ocalan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû kesên ku baweriya wan bi jiyana hevpar , aştî û careserkirina pirsgirêkan bi diyalogê heye, divê ji bo azad kirina Ocalan xwedî helwestbin. Her wiha divê rexistinên mafê mirovan û civaka navnetewî jî, ji bo rakirina tecrida li ser Ocalan, çalakiyan encam bidin û nerazîbûnên xwe bînin ziman.”