Encama civîna ENKS’ê: Divê bi rêk û pêk rapor ji dewleta Tirk re bê şandin
Rêveberên ENKS’ê di civîna xwe de biryar girtin ku, ji bo li Efrînê bi dewleta Tirk re têkiliyan xurt bikin û li hemberî PYD’ê bikevin nava xebatan, divê bi awayekî rêk û pêk raporan ji dewleta Tirk re bişînin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekî nêzî ENKS’ê hat wergirtin, Endamê Polîtburoya “Partiya Demokrat a Kurdistan-Surî” (PDK-S), di bin pêşengiya serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê “Encumena Niştimaniya Kurdistan a Surî” (ENKS) Kamuran Haco de civînek hatiye lidarxistin. Civîn di 19’ê Hezîranê li Hewlêrê pêk hatiye. Armanca lidarxistina civînê ew bû ku li Efrînê bi dewleta Tirk re têkilî bên xurtkirin. Hate gotin ku, endamê Polîtburoya PDKS’ê Abdul Hekîm Beşar, endamê lijneya serokatiya ENKS’ê Mihemed Îsmaîl û berpirsiyarê Efrîn’ê yê PDKS’ê Hesen Îbîş bi rêya telefonê li gel 18 endamên ENKS’ê civîn beşdarî civînê bûne.
Çavkanî diyar kir ku ENKS, ji bo ku destkeftiyên Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin tinekirin, bi dewleta Tirk re dixebite. Çavkanî got: “Mijara sereke ya civînê PYD bû. Di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê, divê têkilî vegerin wekî ji beriya êrîşê li ser Efrînê. Tekiliyên heyî jî divên bên xurtkirin.”
Biryara ‘Bi Tirkan re têkiliyan xurt bikin’ hat girtin
Hate diyar kirin ku ji bo deskeftiyên gelê Kurd ên li Bakûr û Rojhilatê Sûrî ji holê bên rakirin, Kamuran Haco di civînê de xwestiye ku di vê serdema ku têkiliyên ENKS’ê bi Tirkiye re lewaz bûne de bi awayekî lezgîn bi Tirkan re têkilî hêj bêhtir bên xurtkirin.
Dîsa hate gotin ku Haco di civînê de gotiye: “Têkiliyên ku bi dewleta Tirk re didomin. Ger hêj bên xurtkirin dibe ku ew jî di vê serdemê de derbasî Efrîn’ê bibe”.
‘Dê tawîzên pêwist bidin dewleta Tirk’
Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin hate gotin ku axavtina Haco ya di civînê de kiriye wiha ye: “Encax em bi saya dewleta Tirk dikarin derbasî Efrînê bibin. Niha em bi dewleta Tirk re hevdîtinan dikin, ya girîng ew e ku em van hevdîtinan dizî an aşkere bikin, e. Di vê mijarê de em ê biryarê bidin û divê ENKS jî tevlî biryara me bibe. Ji bo em li Efrînê bikaribin bixebitin divê em tawîzan bidin dewleta Tirk. Ji bo em baweriya Tirkan bigirin divê bi awayekî lezgîn hevdîtin pêk bên û em tifaqê ava bikin.”
Hate diyar kirin ku Haco gotiye ku ji bo ew bi Tirkan re bixebitin û wan di destê xwe de bigirin, dewleta Tirk ji wan re bêje çi divê wê yekî bikin. Haco wiha dewam kiriye: “Ji bo em bi dewleta Tirk re têkiliyan xurt bikin, divê derbarê geşedanên li Efrînê de em bi awayekî rêk û pêk raporê ji Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê re bişînin.”
Mûxalîfên din ava ENKS’ê de dê bên bêdeng kirin
Çavkanî diyar kir ku di navbera aliyên ENKS’ê yên li derveyî Sûrî û Saziyên Sivîl ên girêdayî ENKS’ê yên li Sûriyê de gelek caran nakokî derdikevin. Endamê lijneya serokatiya ENKS’ê Mihemed Îsmaîl jî di civînê de wiha axiviye: “Di navbera Saziyên Sivîl ên girêdayî ENKS’ê de her daîm nakokî derdikevin. Dema ku ev yek di çapemeniyê de jî derdikeve dibe sedem ku Tirkiye baweriya xwe bi me neîne. Divê em aliyên ku dibin sedema nakokiyan bêdeng û beralî bikin.”
Çavkanî diyar kir ku Îsmaîl di berdewama axaftina xwe de gotiğe, ligel ku hin alî bi dewleta Tirk re hevdîtinan dikin û li hêla din jî hin alî li hemberî dewleta Tirk daxuyaniyan didin. Îsmail aniye ziman ku ev yek dibe sedema ku baweriya Tirkan a li hemberî ENKS’ê lewaz bibe.
Di çerçoveya tifaqa qirêj de biryarên ku hatin girtin
Çavkanî diyar kir ku piştî civînê ev biryar hatine girtin;
1-Divê hemû kes ji gotin û çalakiyên ku têkiliyên me bi Tirkan re xera dike bireve û neke. Divê daxuyanî û axavtinên Tirkiye reş dikin neyên kirin. Dîsa divê ew komên di nava PDKS’ê de ku dixwazin li hemberî Tirkan çekan rahijnê bên bêdeng kirin.
2-Divê li hemberî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê ku li hemberî gel tên kirin deng neyê derxistin. Her wiha divê bên piştgirîkirin.
3-Dê ji Tirkan daxwaza piştgiriya PDKS’ê bê xwestin û her wiha dê bê xwestin ku ewlehiya navxweyî bi hev re bê kirin.
4-Ji bo baweriya Tirkan bê girtin û xwe îspat bikin dê li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûrî pêkûtî bên meşandin û din ava gelde fitne û fesadî bê derxistin.
5-Dê derbarê xebatên PYD’ê yên li Bakûr û Rojhilatê Sûrî de bi awayekî rêk û pêk rapor ji dewleta Tirk re bê şandin.
Li ser vî esasî, biryar hat girtin ku, di serî de li Efrîn’ê li hemberî PYD’ê û li hemberî Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Sûrî li gel Tirkiye bixebitin û têkiliyên dîplomatîk bên meşandin.