Dewleta Tirk gundên Sîran û Xelîfan yên devera Bradost dan ber topan. Di encama topbaranê de gelek lawir telefbûn, bax û baxçeyê gundiyan jî şewitî. Welatiyan diyarkirin ku ewji ber balafirên keşfe nekarin biçin agir vemirênin.
Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Duh carek din dewleta Tirk gundên Sîran û Xelîfan yên ser bi navçeya Sîdekan ya devera Bradost topbaran kirin.
Li ser vê yekê welatiyê binavê Fetahî Ebdulwahîd yê xelkê gundê Sîran ji RojNews re axivî û diyar kir ku di encama topbarana artêşa Tirk de, 10 çêl telef bûn û 4 jî birîndar bûne.
Fetahî got ku ji ber topbaranê agir bi bîstanê welatiyan ketiye û ji ber balafirên keşfê yên dewleta Tirk ew nikarin biçin agir vemirênin, ji ber vê yekê beşek mezin yê rez û baxçeyên gundiyan şewitiye.