KODAR’ê 4 gerîlayên ku sala 2018’an li Sine şehîd bûbûn, bi bîr anî.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 7’ê Îlona 2018’an di şerekî de gerîlayên KODAR’ê Argeş Karzan, Tolhildan Sine, Dilovan Fedayî û Rojhat Bokan şehîd bûbûn, KODAR’ê bi daxuyaniyeke gerîlayên şehîd bi bîr anî.

‘WÊ DI DILÊ GELAN DE BIJÎN’

Daxuyaniya KODAR’ê wiha ye;

“Nimûneya pêşeng û şoregerê civakê di heval Tolhildan, Argeş, Dilovan û Rojhat de hat dîtin. Her tim di asteke bilind de afirîner û xuliqkar bûn. Rêbaza erkê pêşengtiya civakê bi cih anîn. Şehîd Tolhildan Sine endamê desteya rêvebera a KODAR’ê bû û di nava tevgera me de kar kir. Fêrker û xwebexş bû. Ji bo fêrkirinê westan nas nedikir. Hemû dema xwe ji bo fêrkirina hevalên nû derbaz dikir. Mirovek gelperwer bû û hertim wê di dilê gel de bimîne.

Heval Argeş Garzan endamê desteya rêveger a KODAR’ê bû, xwendekarek Ferzad Kemanger bû. Hertim rêbaz a Şehîd Ferzad dişopand û pêşeng bû. Her tim erkê xwe yê şoreşgertiyê pêk dianî. Di demek kurt de bû xwediyê hebûnek dewlemend û şareza. Heval Rojhilat li ser  xeta fermandar Simko serî hilda. Rêveber û şoreşger bû. Her tim ji bo nasandina xeta rêber Apo di nava gel de kar dikir. Di jiyanê de xwedî bername bû, bi wêrekî erk û berpirsyartiyan digirt ser milê xwe. Mirovek wisan bû ku di demên teng de xwedî çareser bû. Heta dawiyê bi moralek bilind pêşengtî kir.

Heval Dilovan Fedayî endamê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bû û ciwanek ji gelê xwe hez dikir. Navek pir naverok û bi wateya rast dilsoz û fedekar bû. Ji bo ronîkirinê xwedî dilek fireh bû, di jiyanê de li dijî dijmin xwedî helwest bû. Vê kesayetê wî kir pêşengê xebata ciwanên rojhilatê Kurdistan.

Em di yekemîn salvegera her çar hevalên xwe de, carek din şehîdên xwe bi bîr tînin. Em soza şopandina rêbaza wan dubare dikin.”