Li gorî daxuyaniya hikumetê qemyoneke bar li rêya bingehîn a Barsalogho-Guendbila ya li eyaleta Sanmatengayê li mayinekê qelibî. Di teqînê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan 6 kes jî birîndar bûn.

Li devereke din a ku bi 50 kîlometreyî dûrî Barsaloghoyê jî êrîşeke çekdarî l ikonvoyeke ku xwarin pê re bû hate kirin û di encamê de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Berdevkê hikumetê ragihand, konvoyê xwarin ji koçberên li Dablo û Kelbo re dibir.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşan nedan ser milê xwe. Lê belê êrîşên bi vî rengî bi giranî ji aliyê El Qaîdeyê û DAÎŞ’ê ve bi rêk û pêk tên kirin.

Bûrkîna Faso ku welatekî xizan ê Efrîkaya Rojava ye çar sal in di nava tundiyê de ye.