Li navenda bajarê Ezazê, ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk de ye tankerekî bombebarkirî hate teqandin.

Hate diyar kirin ku teqîn li herêma sotemaniyê pêk hat û di encamê de zerarek mezin a madî gihişte derdoran.

Lê derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî ne hatin bidestxistin.

Roja 3’ê Îlonê jî, li Ezazê trimbêleke bombebarkirî hatibû teqandin, herî kêm 8 kes birîndar bûbûn.