Li navçeya Izmîr Aliaxa, Girtîgeha Şakranê, girtî, ji ber xwarina kevin jehrî bûne.
Hat diyar kirin ku rêveberiya Girtîgehê xwarina kevin daye girtiyan û jehrî bûne.
Girtiyê bi navê Serkan Şahîn, ji girtîgeha Şakranê, Tîpe T, hejmar 4, bi riya telefonê mallbata xwe agahdar kiriye ku girtî, ji ber xwarina kevin jehrî bûne.
Bavê Girtiyê siyasî Serkan Şahîn; Huseyîn Şahîn, diyar kir ku kurê wî roja Şemiyê bi telefonê li wan geriyaye û got: Roja şemiyê xwarina kevin dan me. Me nizanibû û xwarin xwar. Piştî saetekê girtî teva qolincî bûn, dilê wan xeliya û verşiyan. Em teva rakirin revîrê. Serûm dane me. Hê jî hin girtî diverişîn, dilê wan dixele, gêj dibin. Em nikarin xwarinê bixwun.
Bav Huseyîn Şahîn, diyar kir ku ew di nava tirsê de ne û got: Dilê me ne rehet e, divê rayedar bi erka xwe rabin, zindan bûne cihê kuştinê.