Trûmp bi peyameke li ser Tewîtterê parve kir got: “Duh şev êdî pêwîstî bi xizmetkirina John Bolton a Qesra Spî nemaye. Weke kesên din ên di rêveberiyê de, tevlî gelek pêşniyarên wî nedibûn ji ber vê yekê min daxwaza îstifakirina wî kir, wî jî vê sibehê îstifaya xwe pêşkêşî min kir.”

Trûmp destnîşan kir ku ji bo şêwirmendê nû ewlekariya netewî wê di hefteya pêşiya me de eşkere bike. Bolton şêwirmendê ewlekariya netewî yê çarê bû ku Trûmp re dixebitî.