Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 11’ê Îlonê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….

&- Mêşa dirêj ya Ciwanên Kurd li Elmanya, “Ji bo azadiya Rêber Ocalan”, li hemberî astengiya Polîsan dewam dike.

&- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, got: Divê diyalogên du alî bên pêşxistin. Pêwîste ku hemû kes ji aliyê xwe ve înîsiyatîfê bigire û gav biavêje.

&- Li Xakûrkê, hêzên gerîlla, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker, ji hewayê ve çalakî lidar xist. Leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

&- Qedexeya derketina derve ya li bejahiya navçeyên Mêrdîn Nisêbîn, Mehsertê û Artûkluyê, bi dawî bûn. Li Wanê jî Walîtiya rejîma dagirker, hemû cûre çalakiyên civakî û sîvîl qedexe kir.

&- Balafirên şer yên Artêşa Tirk ya dagirker, doh jî, li Amediyê gundê Xaleta bombarduman kirin.

&- Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok got. Dewleta Tirk, dewletek kontra ye û ya ku niha li ser kar e, aqlê dewleta kontra ye.