Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyşe Hiso, got: “Partî û hêzên ku însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava red dikin girêdayî ajandeyên derve ne û bi rêya îdiayên xwe binketina însiyatîfê armanc dikin.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava di 1`ê Tebaxa 2019`an de civînek awarte ji partî û hêzên siyasî re, li dar xist. Wek encam, biryara destpêkirina însiyatîfa yekrêziya refa Kurd li Rojava hate girtin. Ji bo wê komîteya danûstandinê bi partî, hêz û kesayetên kurdî re hate avakirin. Piştî wê komîteyê rêzecivîn hatin lidarxistin. Di encamê de 28 partî û hêzên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdarî însiyatîfê bûn.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Eyşe Hiso girêdayî mijarê wiha axivî: “Komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava rolek girîng û çalak  ji bo yekrêziya refa Kurd û parastina destkeftiyên Kurdan list. Wek Partiya Yekitiya Demokratîk em piştgirya komîteyê û tevahiya çalakî û armancên wê yên ji bo yekrêziya refa kurdî dikin. Bi taybet însiyatîfa wê ya dawîn. Helwesta partiyê diyar û destekar e.”

Komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava rêzecivîn li darxistin. Di encamê de 28 partî û hêzên siyasî beşdarî  însiyatîfên bûn û biryara lidarxistina konferansa yekrêziya refa kurdî  hate girtin. Lê hindek partiyan xwe ji  însiyatîfê dan alî, beyî ku sedemên wê diyar bikin.

‘Aliyên ku însiyatîfê red dikin, bi ajandeyên derve ve girêdayî ne’

Eyşe di vî warî de ev tişt diyar kir: “Hindek aliyên siyasî ji partî û kesaytên Kurd ên ku xwe ji însiyatîfê didin alî, bi vê yekê asta girêdana xwe bi ajandeyên derve re isbat dikin. Di serî de ajandeyên Tirkiyê yên ku timeyên wê li herêmê hene. Ev ji hemûyan re diyar bûye û nîqaş li ser wê nayê kirin. Bêdengiya wan li hember binpêkirinên Tirkiyê yên li ser gelê Kurd, delîla vê yekê ye.”

Di van demên dawîn de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava danûstandinên xwe bi partî û hêzên kurdî re zêde kirin. Da ku xwe bighîne  partiyên ku ji însiyatîfê direvin. Lê ew partî di serî de “Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS)”  bi hincetên ne rast însiyatîf red kir. Ji wan îdiayan; ENKS, îdia dike ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi Partiya Yekitiya Demokratîk ve girêdayî ye.

Di vî warî de Eyşe destnîşan kir ku armanc ji wan îdiayan dûrketina ji însiyatîfa yekrêziya refa kurdî ye û got: “Îdia û propanxandeyên girêdana kongreyê bi PYD`ê re, ne rast in. Tevahiya gelê Kurd komîteyê, armanca wê, hewldanên wê çi ne, herêmên belavbûna wê û însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava, baş  nas dike. Niha zêdetirî 28 partî û hêzên siyasî desteka însiyatîfa kongreyê dikin, li rex piştgiriya saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe.”

‘Partiyên ku însiyatîfa KNK`ê red dikin, binkeftina yekîtiyê dikin armanc’

Eyşe Hiso îdiayên ku hindek alî propaxandeya wê dikin rexne kir û wiha domand: “Kesên ku  vê însiyatîfê temsîl dikin, nerastiya wan îdiayan isbat dikin. Armanc ji wan îdiayan têkbirina vîna vê hejmara mezin a partî û hêzên siyasî ya kurdî ye, ku beşdarî li însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bûne. Her wiha armanc dikin ku vê însiyatîfê, ya ku dê planên li dijî Rojava û gelê Kurd têne plankirin  têk bibe, felc bikin.”

Eyşe destnîşan kir ku ji mafê hemûyan e beşdarî însiyatîfê bibin û wiha berdewam kir: “Em jî mîna alî, partî û hêzên siyasî yên Kurd ên Rojava û herêmê beşdarî însiyatîfê dibin. Ew jî ji baweriya me bi armancên însiyatîfê yên hêja, hat. Her aliyê ku beşdarî  însiyatîfa yekrêziya refa kurdî li Rojava nebe ev tê wateya ku ew girêdayî ajandeyên derve ye. Weke ku me bi bîr xistiye di serî de Tirkiyê ku dijminahî û şerê gelê Kurd dike, ye. Gelê Kurd zana bûye û êdî dikeve ferqa rastiyê. Her wiha dikare aliyên ku dixwazin destkeftiyên gelê Kurd pêk bînin, ji yên ku dixwazin wî zaif bixin û kole bikin, ji hev derxîne. Gel helwesta xwe ji van aliyan re diyar kir. Gel xwedî biryar e.”

Di dawiyê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Eyşe Hiso bang li tevahiya aliyan kir ku li dora însiyatîfê kom bibin û wiha got: “Wek partî em di bangawaziya xwe de ji bo pewîstiya yekrêziya refa Kurd berdewam in. Ji bo ku pirsgirêkên xwe li ser masayekê di hundir de çareser bikin. Însiyatîf û armancên wê diyar in.  Hemû kesên ku dixwazin beşdarî  bibin, bila kerem bikin. Da bila em layîqê fedekariyên mezin ên ku gelê Kurd bin.”