Ji fermandarên HPG’ê Mahîr Denîz, navê dîlên di destên hêzn Gerillayên Azadiyê jî wiha eşkere kirin.
Ji MÎT’ê Serokê Karên Cihêkariya Etnîkî ya li derveyî welat Erhan Pekçetîn û Rêveberê Çavkaniyên Mirovan ê MÎT’ê Aydin Gunel di 4’ê Tebaxa 2017’an de li bajarokê Dokanê yê Silêmaniyê, bi operasyoneke taybet hatin girtin.
Ji bilî wan, hîna 9 polîs û leşker di destên PKK’ê de dîl in.
Fermandar denîz wiha dewam kir: Sedat Sorgûn: Ji Erzîromê ye. Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê leşkerî dikir û 5 sal in dîl e.
Umît Gicir: Ji Balikesîrê ye. Ji bo Cendermeyên Navçeya Çûkûrca hatibû erkdar kirin, 3 sal in dîl e.
Semîh Ozbey: Ji Meletiyê ye. Dema ku ji Dersimê diçû Meletiyê, ji bo destûrê hate girtin û çar sal in dîl e.
Adîl Kabakli: Ji Osmaniye ye. Li Etîmesgût ya Enqereyê perwerdeya xwe bi dawî kir û dema diçû Dersimê di rê de hate girtin û çar sal in dîl e.
Mulsum Altintaş: Ji Rihayê ye, beriya çar salan li Dersimê ku leşkerî dikir, dîl hate girtin.
Mevlût Kahvecî: Ji Eskîşehîrê ye. Dema ku ji Çelê diçû Colemêrgê, sê sal beriya niha dîl hate girtin.
Sedat Yabalak: Ji Mersînê ye. Li Rihayê polîs bû. Dema ku ji Erzîromê diçû Rihayê, di rêya Amed-Licê de hate girtin, çar sal in dîl e.
Suleyamn Sûngûr: Ji Sêrtê ye. Li Çewlikê leşkerî dikir. Di riya Amed-Licê de, beriya çar salan dîl hate girtin.
Huseyîn Sari: Ji Mereşê ye. Li Sarikamişê çawişê pispor bû. Dema diçû Mereşê beriya çar salan dîl hate girtin.