Gerîlaya YJA Starê Delîla Zerdeşt diyar kir ku, bêyî azadiya Serokatî jiyana azad nepêkan e.

Delîla Zerdeşt got: Em milîtanên Serok Apo ne, di riya heqîqetê de hawariyên azadiyê ne.

Gerîla Delîla Zerdeşt yek ji dildarên azadiya Kurdistanê ye û di sala 2008’an ji bajarê Wanê çû çiyayên azad.

Gerîla Delîla jî wek jinekê di nava Tevgera Azadiyê de balê dikşîne ser hêza îdeolojîk û rêxistinkirina Rêber Apo û dibêje; “Nêrînên Serokatî herî zêde li ser jinan bandorê dike, lewra lêgerîna azadiyê herî zêde bala jinan dikişîne. Ev şikandina çerxên koletiyê ye.

Delîla Zerdeşt dibêje, ji bo bidetsxistina jiyana azad fedakarî pêwîste û wiha dewam dike: Tevgera PKK’ê jî di bingeha ked û hewldanek bêhempa heta roja îro têkoşîna xwe dewam dike. Bi çanda Apo’yî bi ked û lêgerinek dûr û dirêj, wê rastî werê dîtin. Berxwedana ku Serokatî di pergala êşkence ya Îmraliyê de dike mînakek dîrokî ye. Bi Serokatî re gihîştina rêhevaltiyek hêzdar û xurt wê bibe bingeha serketina têkoşîna me.”

Gerîla Delîla Zerdeşt got: Her roj, ji bo azadiya Rêber Apo li kolanan qîrîna azadiyê bilind dibe. Dayikên me di refên herî pêş de li berxwe didin, bêyî fikaran bikin, tevlî têkoşîna azadiyê dimeşin. Gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê dît ku felsefaya Rêber Apo yekana riya çareseriya aştî û demokrasî ye. Gelê Kurd jî bi vê baweriyê li dijî zilmê Dehaqan têkoşînê dike. Hêviya me, têkoşîna me, bi Serokatiya azad re gihiştina serketinê ye.

Delîla Zerdeşt, Eylem Atsak, di 25’ê Îlonê 2015’an di operasyona Şoreşgerî ya Beytûşebabê de tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû.