Piştî teqîna li nzî gundê Beyrokê, Dewleta AKPê ya faşîst, Hevaşarêdarên Pasûrê girtin, şaredarî desteser kirin û qeyum erkdar kirin.
Dadgeha Tirk, doh bi baheneyên pûç, hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay, ligel 3 rêveberên HDPê û şaredariyê girtin û şandin girtîgehê.
Îro serê sibehî jî, Wezîrê Karên Hundir, bêyî demê winda bike, li encama dawî ya dadgehê nenêrî û îro, serê sibehî, Qeymeqamê Pasûrê Mustafa Gozlet, wek qeyum erkdarî şaredariyê kir, wîna gel nasnekir û şaredarî dagir kir.