Di roja aştiyê ya cîhanê de bi pêşengiya RJAK’ê li çend navçe û bajarên Herêma Kurdistanê dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê rêzeçalakî bên lidarxistin û daxwaza azadiya Ocalan bê kirin.
Bi boneya 1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanê li çend navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşmeya ‘ti tiştek ji azadî û aştiyê bi nirxtir nîne’ çend rêzeçalakî tên lidarxistin.

Cih û demên çalakiyên bên lidarxistin:

Silêmanî
1’ê Îlona 2018, Sekoy Parka Azadî ya Silêmaniyê, saet 18:00’ê

Ranya
1’ê Îlona 2018, meş ji Seîdawa heya Baxê Giştî yê Ranya, saet 17:00’ê

Kifrî
1’ê Îlona 2018, Qehwexaneya Kultirî, saet 17:00’ê

Çemçemal
1’ê Îlona 2018, Pirtûkxaneya Çermo ya Çemçemal, saet 16:00’ê

Hewlêr
1’ê Îlona 2018, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Hewlêr, saet 16:00’ê

Bi dirûşmeya ‘ji bo şer ne, ne ji bo faşîzmê’ di 1957’ê de sendîka û komên aştî li Elmanya salane 1’ê Îlonê weke roja dijî şer û dijî faşîzmê bi dehan çalakî lidar dixin û roja aştiyê ya cîhanê pîroz dikin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) 21’ê Îlonê weke roja aştî ya cîhanê nîşan kiriye. Belê Elman 1’ê Îlonê weke roja dijî şer û dijî faşîzmê dest bi roja aştiya navnetewî dikin. Bi taybetî çepgir û komunîstên Elmanya, Ewropa û tevgerên şoreşger.