Tevî girava Sûmatra ya Endonezyayê li girava Borneo ku xaka Malezya û Brûneî ye, li sedan deverên cuda şewat heye. Piraniya şewatên ku bi rojane didomin ancax bi rêya peykê karîbûn bên tespîtkirin.
Li Endonezyayê tenê 330 hezar hektar qada daristanî şewitî. Tê gotin ku dûyê ji ber şewatê rabû gihîştiye Sîngapûrê.
Li girava Sûmatrayê ku paytext Cakarta lê ye, ewrê dû yê ji ber şewatê rû da bandorê li tenduristiya bi milyonan mirovî dike. Li herêma Rîaû ya Sûmatrayê bi sedan dibistan hatin girtin.
Li girava Borneo ya Endonezyayê jî ku 9 hezar arkuj û leşker ji bo vemirandina şewatê hatine wezîfedarkirin, herî kêm hezar 300 dibistan hatin girtin.
Li beşa Endonezyayê ya girava Borneoyê, ji ber ku derdor baş nayê dîtin 7 balafirgeh ji bo demekê nayên bikaranîn.
KRÎZA DÎPLOMATÎK A BI MALEYAYÊ RE
Hate ragihandin ku beşek ji şewatê li aliyê Malezyayê rû daye û ji ber şewatê di navbera her du welatan de krîzeke dîplomatîk heye. Hikumeta Endonezyayê îdîa dike ku şewat li Malezyayê rû daye, lê belê ji dîmenê peykê dixuye ku piraniya şewatê li Endonezyayê ye.