Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi malbatên kesên di dema êrîşên qirkirinê de li Cizîrê hatin qetillkirin û malbata çalakgerê fedayî Mahsûm Pamay re hevdîtin kir.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi endamên partiyê û malbatên kesên di dema êrîşên qirkirinê de yên navbera salên 2015-2016’an li Cizîrê hatin qetilkirin hevdîtin kir. Hevdîtin li avahiya HDP’ê ya navçeyê pêk hat û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, hevşaredarên navçeyê û gelek kes tevlî bûn.

‘CIZÎRÊ DÎROK NIVÎSAND’

Guven di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku berxwedana Cizîrê mohra xwe li dîrokê xistiye. Guven Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel bi bîr anî û got, “Em ê yên ku ev komkujî kirine eşkere bikin. Wê komkujî di tarîtiyê de nemîne.”

‘TIFAQA KURDISTANÎ SEDEMA SERKETINÊ YE’

Guven bal kişand ser desteserkirina şaredariyên HDP’î û got, qeyûm talanê dikin û niha bi komployan dest datînin ser şaredariyên wan. Guven destnîşan kir ku wan ti carî serê xwe li ber desthilatdariyê netewandine û diyar kir, ku Kurd wê ti carî jiyaneke bênasname qebûl nekin. Guven got, “Jİ ber vê yekê em dibêjin em tifaqa Kurd û Kurdistanî ava bikin. Ya em ê tifaqa Kurdistanî ava bikin û bi ser bikevin ya jî wê lîstikên qirêj ên serdestan bidomin.”

ÇALAKGERÊN FEDAYÎ HATIN BÎRANÎN

Guven canfedayên ku li dijî tecrîdkirina Ocalan li girtîgehan çalakiyên fedayî kirin bi bîr anî û got, “Em ne hewcedarê kesî ne. Em ê berxwedana xwe mezin bikin. Em ê bi ser bikevin.”

Guven û yên pê re piştre serdana malbata Pamay kir ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kiribû. Piştre serdana goristanê kir.