Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku bi darbeya qeyûm ji wezîfeyê hate dûrxistin, li rûniştina 42’an a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî axivî û got, “Dem hatiye ku em guh bidin wijdanê xwe û li dijî vê rewşê rawestin.”
Mizrakli bi rêya vîdeo konferansê beşdarî panela Tevgera Dijî Nîjadperestiyê û Piştevaniya Navbera Gelan (MRAP) bû.
Mizrakli rûnitinên konseyê silav kir û diyar kir, ji ber ku derketina derveyî welat li wî hatiye qedexekirin nekariye tevlî panelê bibe.
‘EM BI RÊBAZÊN DÎKTATORÎ JI WEZÎFEYÊ HATIN DÛRXISTIN’
Mizrakli got, “Belê di hilbijartinê de em bi rêjeya 63 ji sedî hatin hilbijartin û me dixwest karê xwe bidomînin, bi we re bin, lê belê ji ber sîstema desthilatdariyeke ku dixwaze rejîma şexsekî li welatê me serdest bike derketina derve li me hatiye qedexekirin, em ji wezîfeyê hatine dûrxistin, lewma neçar in ku ji dûr ve bi dîmen beşdarî konferansê bibin.
Em ew kes in ku bi rêbazên demokratîk hatine hilbijartin. Lê belê bi rêbazên dîktatorî em ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Em nikarin wezîfeya ku gel daye me bi kar bînin.”
Mizrakli bang li beşdarên konferansê kir û got, “Hûn; mirovên ku beyannameya gerdûnî ya mafên mirovan pejirandin û hiqûqê dixwazin divê li dijî van pêkanînan rawestin. Ji vê deverê dixwazim bang li we bikim; werin komîsyonekê ava bikin, biçin Amed, Wan û Mêrdînê, li gel bipirsin ku mirovên hilbijartî çima ji wezîfeyê hatin dûrxistin an jî ji biryara hatiye wergirtin kêfxweş in an na. Werin li Tiriyeyê bigerin, binerin ku li Tirkiyeyê maf, hiqûq û edalet heye yan na? Belê wezîfeya we û me ye ku hiqûqê û edaletê biparêzin. Ji ber vê yekê hûn; saziyên navneteweyî ji bo demokrasî, edalet û hiqûqê divê hûn jî bi berpirsyarî tevbigerin. Guh bidin wijdanê xwe. Mixabin li Tirkiyeyê mafên mirovan ên bingehîn tên binpêkirin.”
‘DEM HATIYE KU LI DIJ RAWESTIN’
Mizrakli bi domdarî got, “Dem hatiye ku her kes guh bide wijdanê xwe û li dijî vê pêkanînê rawestin. Rêveberiyên xwecihî nîşaneya demokrasiya welatekî ye. Em hêvî dikin ku hûn ê li pêşberî vê zordariya li dijî me tê kirin bêdeng nemînin.”
Mizrakli her wiha hêviya xwe ya ji bo jiyaneke li dinyayeke dûrî şer, li dinyayeke aştiyane anî ziman.