Çeteyê DAÎŞ’ê yê Belçîkayê Anoûar Haddoûchî ku bi navê ‘Qesabê Reqayê’ tê naskirin, di destê QSD’ê de ye. Haddoûchî dixwaze li Belçîkayê bê darizandin.
Yek ji çeteyên DAÎŞ’ê ku li Baxozê hate girtin Anoûar Haddochî yê 35 salî ye ku welatiyê Belçîkayê ye. Haddoûchî ku bi navê ‘Qesabê Reqayê’ tê naskirin di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye. Haddoûchî ku 7 meh in girtî ye dixwaze li Belçîkayê bê darizandin.
Li girtîgeheke bi ewlekariya bilind a di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, me Haddoûchî (Aboû Soûleyman al Belgîkî / Aboû Abderrahman) dîtin. Di sala 2014’an de tevî hevjîn û du zarokên xwe ji Belçîkayê çû Sûriyeyê û tevlî DAÎŞ’ê bû. Di 3’ê Adara 2019’an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li Baxozê hate girtin û 7 meh in girtî ye. Li gorî raporên îstîxbarata Belçîkayê, yek ji wan kesan e ku di nava DAÎŞ’ê de bi bandor bû. Ji ber komkujiyên ku li Reqayê kir di heman demê de hem li Belçîkayê hem jî li gelemperiya Ewropayê bi navê ‘Qesabê Reqayê’ tê naskirin. Yekî nêzî ji bersûcên komkujiyên Bruksel û Parîsê Mohamed Abrînî ye. Wezareta Fînansê ya Belçîkayê eşkere kiribû ku Haddoûchî ji bo fînansekirina her du komkujiyan ji hesabê xwe ji Reqayê 3 hezar 500 Euro ji Mohammed Abrînî re şandibû.
LI MIZGEFTÊN TIRK Û FAS XWE BI RÊXISTIN KIR
Haddoûchî ku li nava malbateke misilman mezin bû li Brukselê karê ajokariya taksiyê dikir. Piştî ku li Sûriyeyê şer dest pê kir, li mizgeftên Tirk û Fas ên li Brukselê komên selefî nas kir. Haddoûchî der barê van koman de agahiyên berfireh eşkere nake. Di sala 2014’an de bi malbata xwe re di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bû. Têkiliyên xwe yên li Tirkiyeyê eşkere nake û der barê derbasbûna xwe ya ji Tirkiyeyê wiha dibêje: “Em ji Brukselê derbasî Stenbolê û piştre jî debasî Dîlokê bûn. Bi alîkariya kesên ku em li Dîlokê pêşwazî kirin em derbasî nava Sûriyeyê bûn. Dema ku em ji sînor derbas bûn me ti pirsgirêk nedît. Tevî ku li ser tevahiya sînor leşkerên Tirk hebûn em bi rengekî bêpirsgirêk derbasî Sûriyeyê bûn. Endamên DAÎŞ’ê yên li aliyê din ê sînor em pêşwazî kirin, destpêkê em birin bajarekî piştre jî birin Cerablûsê.”
KIRYARÊN XWE ÎNKAR DIKE
Haddoûchî anî ziman, piştî ku demeke kurt li Cerablûsê ma ew birin Reqayê, li wir jî li kampeke leşkerî perwerdeya leşkerî û şer dîtin û piştre tevî malbata xwe li Reqayê man. Pirsên der barê wezîfeya wî ya li nava DAÎŞ’ê bêbersiv dihêle û îdîa dike ku wî ji DAÎŞ’ê re şer nekiriye. Ji bo gotina ‘Tu weke Qesabê Reqayê tê binavkirin, tê gotin ku êrîşên Bruksel û Parîsê fînanse kiriye’ Haddoûchî tenê dikene.
Haddoûchî diyar kir ku piştî Reqa ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin ew derbasî Meyadînê û piştre jî Dêra Zorê bû û tevî ku li Baxozê di 3’ê Adara 2019’an de hate girtin jî her carê komkujiyên ku kirine înkar dike. Haddoûchî qebûl dike ku DAÎŞ’ê gelek komkujî li dijî sivîlan kiriye û îdîa dike ku gelek komkujî li gorî ‘pîvanên şerî’ hatine kirin. Haddoûchî tevî ku 5 salan di nava DAÎŞ’ê de ma îdîa dike ku poşman bûye.
DIXWAZE VEGERE BELÇÎKAYÊ
Haddoûchî dibêje, ew dixwaze tevî hevjîna xwe Jûlîe Maes û du zarokên xwe ku nizane li ku ne vegere Belçîkayê. Haddoûchî dibêje, “Ez baş zanim ku bi xwe nikarim biryarê werbigirim ku li ku bêm darizandin” û diyar dike, “Ez welatiyekî Belçîkayê me û dixwazim tevlî malbata xwe vegerim wê deverê. Eger bêm darizandin divê li Belçîkayê bêm darizandin.”



