Aktivîstên jin nerazîbunên xwe hemberî ambargoya ser wargeha penaberan a Mexmûrê anîn ziman. Jinan bang li welatî, hizbên siyasî, rêxistin û parlamenteran kirin daku hemberî ambargoyê xwedî helwest bin û pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê jî xwedî li penaberên Mexmûrê derbikeve.


Piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an a li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê ku têde yek ji berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ambargo li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye danîn û rê nayê dayîn nexweş jî di nav de ti kes ji wargehê derbasî bajarên Herêma Kurdistanê bibin.

Tevî hemû hewldananên Meclîsa Gel a Demokratîk û Saziya Têkiliyên Karê Derve ya Wargehê heta niha ti bersivek erênî ji aliyê rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê ve nehatiye dayîn.

Aktivistînên jin yên li Herêma Germiyanê li ser ambargo û dorpêça ser wargeha penaberan a Mexmûrê ji RojNews re axivîn.

Endama rêxistina alîkariyê ya Elmanyayê Nîgar Emer: Ya ku Partiya Demokrata Kurdistanê dijî penaberên wargeha Mexmûrê di de meşandin, binpêkirinek mezin a hemberî mafê mirovane. Divê êdî ji vê zêdetir rê neyê dayîn xelkê Mexmûrê di nava jiyanek zor de jiyan bikin. Pêwîste rêxistinên mafê mirovan û nûnerê Neteweyên Yekbuyî jî ji bo ambargo rabe, zextê li PDK’ê bikin.

Berpirsyara şaxa Germiyan a Komeleya Afretanî Kurdistan Nermîn Osman jî ambargoya ser penaberên Mexmûrê şermezar kir. Nermîn da zanîn ku ji ber dorpêç û ambargoyê jiyana hemû xelkê Mexmûrê bi taybet zarokan di rewşek xirap deye. Nermîn di dewamê de ji bo armbo rabe, bang li rêxistinên jinan, komeleyên mafê mirovan kir daku zextê li PDK’ê bikin.

Nermîn Osman destnîşan kir ku nabe ji bo razî kirina dilê neyaran, Kurdên parçeyên din yên Kurdisatnê yên li Herêma Kurdistanê bên ceza kirin.

Li ser heman mijarê endama rêxistina Wadî ya Elmanya a li Germiyanê Leyla Ehmed jî axivî. Leyla diyarkir ku ambargo dijî hemû nirxên mirovahiyê ye û got; “Nabe xelkê Başûrê Kurdistanê hemberî ambargoyê bêdeng bin. Ji ber ku penaberên Mexmûrê bi salanin bi hewl û têkoşînê xwe dane jiyan kirin. Xaka Başûrê weke mala xwe dibînin, ji bo vê pêwîste xelkê Başûr xwedî li penaberên Mexmûrê derkeve.”

Leyla di dawiyê de got ku pêwîste welatî, hizbên siyasî, rêxistin û parlamenter berpirsyartiya xwe bicih bînin û helwesta xwe nîşan bidin.

(nr)